Li Swîsreyê banga çûyîna ser sindoqan hat kirin: Em gotina xwe ya dawî bibêjin

Wezîfedarên sindoqan û hilbijêrên li Cenevreyê ji bo demokrasiyê bang kir ku her kes dengê xwe bide Kiliçdaroglû.

 

 

Ji bo hilbijartinên tûra 2’emîn a serokkomariyê ku 28’ê Gulanê wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin, kar û xebatên hilbijêrên li derveyî welêt di roja 2’emîn de didome.

Roja yekem a hilbijartinê, li Bernê 3 hezar û 662, li Cenevreyê 4 hezar û 830, li Zurîhê 10 hezar û 502 hilbijêran dengê xwe dan.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk hîna jî ji kantonên Lozan û Sîonê hilbijêran digihînin sindoqên li Cenevreyê. Li dijî dîktatoriya Erdogan, bang li her kesê hat kirin ku dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.

Ji muşahîdên Partiya Çepên Kesk Niyazî Ûlaş Dînç ev tişt got: “Ji bo demokrasiyê em gotina xwe ya dawî bibêjin û biçin ser sindoqan.”

Ji wezîfedarên sindoqan Şîlan Şahan jî bang li her kesî kir ku ji bo demokrasî, aştî, mafên mirovan û pêşerojê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin.

Turkan Tahtasakal bang li hilbijêrên li Cenevre û Lozanê kir û got: “Ev ne hilbijartinek e, ev di esasê xwe de têkoşînek jiyanî ye ku em ji bo demokrasiyê didomînin.”

Ji wezîfedarên sindoqan Ertan Ozbatûr jî diyar kir ku ev hilbijartin ji bo jin û ciwanan gelek girîng e û bang li her kesê kir ku dengê xwe ji bo demokrasiyê bidin.

Koordînasyona Partiya Çepên Kesk a Swîsreyê li aliyekî hilbijêran digihîne ser sindoqan, li aliyê din jî serdanên esnaf û malbatan didomîne û bang li hilbijêran dike ku dengê xwe bidin.